2
Yorum
3
Beğeni
5,0
Puan
1469
Okunma

M`ÎRAC
Şevek dı nîva şevê da
Nebî rabû lı xewê da
Amade kır ber ke`bê da
Rewîtî kır bal Xwedê da
Berê xwe da lı qutsê da
Tevê cîbrîl kete rê da
Çû asîmanê hefta da
Lı wır slav da Xwedê da
Xwedê jê ra îcabet kır
Lı hebîbê xwe sılav kır
Pênc wext mêj jı mera ferz kır
Deryê rıhmê mera vekır
Vegeriya lı Mekkeyê
Rıhmet barî lı dınyayê
Ew ecaîp xeber dayê
Bawer nekır mûşrîkayê
Tesdîq kır ew hevalê wî
Navê sıddîq danî lı wî
Heçyê bıbe ûmmeta wî
Her bıhîştê bıb dostê wî
Bahaddîn Bulut/Agırî/02/04(Avrêl)2019/Sêşem/Wan
5.0
100% (1)