4
Yorum
5
Beğeni
5,0
Puan
1324
Okunma
Ya Reb Tû Bikî Rehmetê
Îro hene sbeh mirî
Rewşa xwera bikîn girî
Roj kî were girtin derî
Ya Reb tû bikî rehmetê
Mirîn berê xwe da taxê
Amadekîn jî bû axê
Kesek nayê li eyvaxê
Ya Reb tû bikî rehmetê
Em ne vira ebedîne
Vê cîhanê em rêwîne
Dinya milkê kesî nîne
Ya Reb tû bikî rehmetê
Heval tûne xeynî emel
Alîkarî nake tû gel
Nabe fayde û çele çel
Ya Reb tû bikî rehmetê
Dawî bibe roj kî emir
Hesab ne ke xwe jî nemir
Tû rêwî yî,çend roja li vir
Ya Reb tû bikî rehmetê
Emanetin mal û weled
Fanîne ew,nînin ebed
Emel tenê yê bibe ked
Ya Reb tû bikî rehmetê
Bahaddîn Bulut/Agirî/24/03/2019/Yekşem/Wan
5.0
100% (2)