0
Yorum
7
Beğeni
5,0
Puan
544
Okunma

ILON
Vaye dîsa bû îlon,
Vaye dîsa bû payîz
Dîsa ew êşa zirav
Dîsa wextê çoyînê
Mejîyêmin westîya ye.
Lê dil xortek çarde sal.
Ez nizanim çi bêjim
Kû dilê xwe razî bikim.
Ka bêje ez çi bikim
Kû de herim venegerim.
Qerîn û gazîyen xwe
Bang û awazîyen xwe
Bi qîrim li van çîyan
Li newal û gelîyan
Vaye dîsa îlon hat
Vaye dîsa bû payîz
Bê te ez mam bê mifer.
Bê heval û belengaz.
Mahmut Fakhani.
5.0
100% (3)