4
Yorum
0
Beğeni
1,0
Puan
1381
Okunma
Îroj kenek, piştî ramûsînê
Li gezkirina rûyekî şanaz digerriya
Rûyekî ku hê xew lê neherrimiye jiyan
Ev bajar bênamûs û xwefiroş
Dem bênamûs, xesandiye jiyan
Peyv di bin nîrê dagirkeriyê de qûnde
Peyv bêwate û herrimî û bêbuha
Di ser peyarêka kolana vê jiyanê de livbaziya hemû bêvilan
Bazirgan û bêarî û bênamûsî li ser sergoyan
Vizeviz diçirrîne dilan û xêrhatinê dide bejneke nû
Û winda dike di hembêza xwe ya gennî de
Zivêr bûye jiyan li hev dixe mahdê bayê rêwî
Deqên deng; bênasname, bênirx e nav
Dê sibehan li goristana windayiyên bêsala û bênimêj de
Kavirekî din jî wê aj bide
hakan çavdarcı
1.0
100% (1)