1
Yorum
0
Beğeni
0,0
Puan
2018
Okunma
Hûn werin keçên cîwan
Ji were ku wan xeyalan
Li gûnd u bajaran
Ez xeyalan difiroşim
Evîna min xeyal e
Ji çar aliyên cîhanê
Kom dikim vê gulistanê
Li der dorê mijulvanê
Ez xeyalan difroşim
Evîna min xeyal e
Xeyalê rengê sor zer
Ez difroşim seran bi ser
Daxwaziya keyakser
Ez xeyalan difiroşim
Evîna min xeyal e
Ew xeyalên bê zincîr
Ne maxrûrin ne bi kîbîr
Ey mirovên rewşenbîr
Ez xeyalan difiroşim
Evîna min xeyal e
Xeyalê min azadin
Ew misol u mahabadin
Ji bo welatek azadin
Ez xeyalan difiroşim
Evîna min xeyal e
Werin bistînin ji xwe ra
Dawî namînin ji we ra
Kurdno yek bibin bi hev ra
Ez xeyalan difiroşim
Evîna min xeyal e
Xeyalê qor bi qor
Xemilîne jin û jor
Azadiya bê dîktator
Ez xeyalan difiroşim
Evîna min xeyal e
hakan çavdarcı