0
Yorum
2
Beğeni
0,0
Puan
49
Okunma
Stêrk tune, reş û tarî,
Zor bir nakim, te tu carî.
Te heke dilê min xwarî,
Ez bûme Mem, çol digerim.
Te got: “Îro ez ê herim,
İro nabe, sibê werim.
Li her derê te digerim,
Ez bûme Mem, çol digerim.
Her roj serê min berf dibarî,
Te wer nekir, ket tu carî.
Gel dibê: “Tu dîn û harî,
Ez bûme Mem, çol digerim.
Ji te dûr im, bes e, Zînê,
Dibêjin: “Neqeşîn şîn e.
Dilê min perçe, bike pîne
Ez bûme Mem, çol digerim.
Hesabınıza giriş yapın ya da yeni üyelik oluşturun.