1
Yorum
2
Beğeni
5,0
Puan
317
Okunma
Hez’e kûr çıqas pir xaşe
Mîna kenê te çi xweş e;
Ez û tu em dikarin bibêjin
“Ez ji te hez dikim”;
Na
Lê ez û tu şerm dikin
Em nikarim ji hewra bibêjin
“Ez ji te hez dikim”;
Ez pir kûr difikirim
Carinan li ezmên dinêrim
Tu di ronahiya stêrka min de
Tu Azadî ya welat xuya dikîn
Û tu tarîtiya min ronî dikî
Carinan li ber deryayê,
Ez wek kevokêkî difirim
Di nav hezkirin û bedewiyê da
Carinan mîna baranen nîsane ,
Çilken hez’e li ser çermê min dikî
Û ez ji te hez dikim
wek çemê Dicle Fırat’e
ez çiqas ji te hez dikim;
wek welatê min
Ez ji roja yekem bêtir,
Ez ji te hez dikim.
Dixwazim mîna baranê biharê
Hez bibare ser cîhanê
Ez ji te wisa hez dikim
5.0
100% (1)