0
Yorum
3
Beğeni
0,0
Puan
645
Okunma
Ey xwedî niştîman,Hûn tûcar ji vir nerin,
Ne aşîtî, ê şer dixwazin, Ew li vir barin,
Bi dostanî û biratî, xwarina te dixwarin,
Sar û serma, derbas bûn, hûn edî şîyarin.
Zivistana mezin tê, em herin nav hinara,
Rûyê rojan, başr bûye, pir xweş e van diyara,
Nav baxçê hinara te’ma eşqê dibim ji xwe ra,
Hezar û yek, silaw ji keç û xortên Kurdan ra.
Welatê me wek hinara, xanîyekî bi bereket,
Roj’en biharê, baranên nîsane, ji mera xêr ket,
Wek hinar sterken edebîyate, ji Kurdî derket,
Zanibin, çand û hünera, zimanê me, bi serket.
Bi Newrozê ra, ser çîyaye eşqê, ağir veketîye,
Ji xweşî û delaliya bihare zimanê me derketîye,
Ey niştiman serhildan û serxwebun ya te ye,
Xêr û xweî, rûyê rojen azad, li me xuya bûye,
Hinar xanîyekî mezin, edi xuya dike veqetînek,
Tû û xelkê, edî pezê xwe veqetînin yek bi yek,
Li ser me, zilm û zordarî, bi me ra nema sebrek,
Bifikire gello, wek herkesî heqqê te jî azadîyek.