7
Yorum
1
Beğeni
5,0
Puan
1562
Okunma
XERÎBÎ ZOR E DAYÊ
Bax û baxçeyê min wêran e bilbil lê naxwîne.
Kaniyê min ziwa bûye ava wê naherike.
Li wan deran tenê mame rûyê min nakene.
Biyanistan dijwar Xeribî zor e Dayê
Yek bi yek hişk bûne ta û qitê min.
Agir ketî dilê min dişewite mala min.
Bêhna min çikiya nalivin lêvên min.
Biyanistan dijwar Xeribî zor e Dayê
Zevîyê dilê min ziha stûyê gulan xwar bûn.
Pelên wê hişk bûn li erd belav bûn.
Ez ji te veqetîm kezeba min pêt û agir bû.
Biyanistan dijwar Xeribî zor e DaYê.
Beden û giyana min ji hev veqetiyane.
Ez xortê Seyid xeribî bextê dayikan e.
Va derdan li ser dilê min kul bûne.
Biyanistan dijwar Xeribî zor e Dayê .
30 Nîsan 2014, li Berlin ê
Ali Koçak
5.0
100% (1)