0
Yorum
2
Beğeni
5,0
Puan
431
Okunma
Ey Xweda yê Rebbê alemîn
Ew evdê te te nabînin
Kes ji kesîra rast nîne
Herkes ji herkesi ra xayîn
Ey însanê mirin bîr kir !
bav û kal ê te kê kefen kir ?
Dunya sîya axretê ye
Vê dunyê da ka kê çi kir?
Kê ji kefen ra cêv çêkır ?
Kê pere û pul ji xwe re bir.
Çavê xwe veke û hişyar bibe
Li vê dunyayê da hertiştê vir
Ey însanê çav birçî !
Tu Ku hatî ku de diçî ?
Çavê te yê li xwelî yê têr be
Zikê te yê hertim birçi
Ey însanê ziyankar !
Te çi xwe ra kire bar?
Barê te jî heramî ye
Tu hertim gunehkar
Ey însanê minafiq
Tu qet nabî muafiq
Dawîya te jî agir e
Tera hezar carî yazix
Ey însanê gunehkar
Şeytan te ra nabe yar
Te malê dunya yê xwar
Dilê te jî axiretê sar
Gelek bê namus heye
Ne heya ne jî perde maye
Hezar carî mirin dîtîye
hê jî nizane mirin çi ye
Kê mirin ê eyane ?
Ezraîl ber seryan e
Li ser zirza derî ya ne
Derî ji benda zemane
Zeman warê derî vebe
Tê her bizanibî xewe
Lê xew nîne hişyar be
Ezraîl hat rih bibe.
19.07.2020
5.0
100% (2)