0
Yorum
2
Beğeni
5,0
Puan
1064
Okunma
#şrşgr
Di çavên melulî de
Hêsir bi firîna kevokek bask spî
Dihatin xwarê
Xeyalan bi rondikan xwe dişûşt
Û dihefişîn rupelên evînê,bi qulfa
Zîndanek zingar girtî.
Evînê ...
Di şevek xemilandî da
li esîmanê bajarek nenas
stêrka Mem u Zin ê
di xefika bekoyan de diçilmisî
di beyaniyêk xemgîn de
dû tîp ji dev hatin herikîn
Yek bu evînek sêwî
Yek bu evînek bê dawî
Û ez..
Ez bê te sêwî
Û tu ji bo min, evînek bê dawî
Şoreşger Karakol
5.0
100% (1)