MENÃœLER

Anasayfa

Åžiirler

Yazılar

Forum

Nedir?

Kitap

Bi Cümle

Ä°letiÅŸim

Here !
Ehmed Kardok

Here !



here!
nezivire li dû xwe
bila dilê te bimîne besî min e
li ser zimanê min,
wek newayek bê nota
wek wêneyek li dîwar
rojê danek min, ji min dûrdixe
janê bê nav radizînim,
di nav dilê xwe de

here
nezivire li dû xwe
bila nêrîna te bimîne,
têra min heye
li ser hiþê min,
wek çolistanek bê av,
wek dêmcam’ek gazî min dike
wek biruskek min ditirsîne
min bi tîhbûn a evînê terbîye dike
baranê bê demsal dibarin li ser laþê min
lê dîsa ez dibêjim

here
nezivire li dû xwe
gava tu tu li min binêrî
ezê bixeniqim di awirên te de
awirên kûr û bi xunav
awirên ramanê min de dibin helbest
helbestên bendewarîyê
helbestên qala penaberîyê dikin
di nav welatê dîlê te de,
ez dîsa bûm e penaber
here
here
û here...

17 Avrêl 2018

Sosyal Medyada Paylaşın:



(c) Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.