1
Yorum
4
Beğeni
5,0
Puan
777
Okunma

Ramanên min gêş in, çavên min kor
Gava ku min navê te kir qîrîn, bi serhildana xwe ya cûda, min her şîret heland
Ne hewce ye ku ez xerîbî ya xwe bibêjim
Ez di tengasiyê de me, ez di şoreşî ye de me,
serhildana min ,hawara min
ji kûrbuna hundurê min de tê
hawara min ne ji bo êşên min e,
ji bo te ye
Lê wek ku min di helbestên xwe de got
Êdî wateyek an hewcedariya min tune ku ez pirsgirêka xwe diyar bikim.
Lehî li min ket
Lê ev ne karesata lehiyê ye
Hêsirên evîna min ji bo teye kewê Şoreşger Karakol
5.0
100% (3)