3
Yorum
4
Beğeni
5,0
Puan
2513
Okunma

Îşev jî bê te me
Li ber şewqa fanosek kevn
Li ser dîwarên bi wêneyên te xemilî
Sîya ruyê te hat berçavên min.
Di nav dumana cixara min de
Keserên min difetisîn
Ez disa ketim xeyalên te
Ketim nav dilê te yê bi rengê gul û sosîna
Lê dîsa tu nehatî
Ne stêrk çirisîn
Ne heyvê şewq da
Disa şeva min tarî ma bê te delal.
Şoreşger Karakol
5.0
100% (5)