Alçak ruhlu olanlar para arar, yüksek ruhlu olanlar ise saadet arar. ostrovski
Bedreddînê WANî
Bedreddînê WANî

Sê Wêjevanên Kurd ên Nehatî Nasîn

Yorum

Sê Wêjevanên Kurd ên Nehatî Nasîn

1

Yorum

0

Beğeni

0,0

Puan

1645

Okunma

Sê Wêjevanên Kurd ên Nehatî Nasîn

Evdilsemedê Babek (972- 1019)

“Herçiqas ji bo Faris û Kurdan nirxekî hevpar be jî, Kurd tarîxa edebiyata xwe bi Baba Tahir didine destpêkirin. Lê şairê Kurmanc ê yekem Evdilsemedê Babek e. Ji ber ku Babek zêde nehatiye zanîn jî Elî Herîrî wekî yekem şairê Kurmanc tê qebûlkirin.”[i]



Evdilsemedê Babek helbestvanekî kurd bû. Gorî Ibni Xallîkan di pirtûka xwe ya Wefayat el Ayan de dinivîse ew di sala 972an li Colemêrgê tê dinê û di 1019an de jî wefat dike. Lê gorî hin çavkaniyên din ew navbera salên 938-995an de jiyabûye. Evdilsemedê Babek di dewra xwe de jî navdar bû û ji hêlê xelk de jî pir dihat hesibandin û xwendin. Sadiq Behaedînê Amêdî wî wek helbestvanê kurdê pêşin bû ku ji Îslamê şunda pêşde der ketibû. Dîsa Amêdî dibêje ku bixwe sê dîwana Babek ditiye. Wî helbestên xwe bi piranî li ser mijarên olî û xweristî nivisîne.[ii]







Fatime Loreya Goranî (s.s.11.):



Helbestvanekê kurd ên jin e. Helbestvan di sedsala 11. de jiyaye. Helbestên xwe de tarzeke mîstîk bikaraniye. Berhemên xwe di bin banê tariqeta “Yarî” de nivîsiye. Tariqeta Yarî; teriqetek wêjeya kurdî bû û ji hêla Behlûlê Mahî ve di sedsala 8 de hatibû saz kirin. Ev terîqat nêzîkî 400 salan jiya. Ev terîqat bi zarava Loranî berhemên xwe dinivisandin. Endamên vê terîqatê bi piranî jin bûn.16 edebiyatvanê jinikê kurd derxistiye.armanca vê terîqet serbilindkirina olê zerduştî ye. Hin ji wan helbestvanan ev in:Berhemên xwe di bin banê tariqata “Yarî” de amade kiriye.[iv]Derheqê wê de, agahiyên bi teqez vê gavê destê me de tune ne. Di gelek lêkolînên edebî de, navê Goranî derbas dibe, lê mixabin, agahiyên berfireh, çi çavkaniyan de nayê pêş me. Navê vê helbestvanê , di pirtûka Selîm Temo ya “Antolojiya Helbestvanên Kurd” de derbasbûye. Lê vê pirtûkê de jî, derheqê Fatimê Loreya Goranî de çi agahiyên berfireh tune ne.







Babe Hatemê Loristanî (s.s.8-9.):



Helbestvanekê kurd e. girêdayî ola yarsaniyan bûye. Pêşnavê wî “babe” ji yarsaniyê yanê, ji ola alaviyê tê. Babe Hatem, li rojhilata Kurdistanê li devera Loristanê jiyaye. Gorî hinek lêkolîneran, Loristanî di navbera sedsala 8. û 9. de jiyaye. Lê mixabin vê gavê derheqê wî agahiyên bi teqez destê me de nîn in. Navê vî helbestvanî, di pirtûka Selîm Temo ya “Antolojiya Helbestvanên Kurd” de derbas dibe. Lê vê pirtûkê de jî, derheqê Loristanî de çi agahiyên berfireh tune ne.









--------------------------------------------------------------------------------


[i] Rêbaz ŞOREŞ / BEROJ-24.10.2012 nivîsa wî ya koncikê


[ii] ku.wikipedia.org/wiki/Evdilsemed%C3%AA_Babek


[iii]Antolojiya Helbestên Kurd-Selîm TEMO-Stenbol/2007


[iv] ku.wikipedia.org/wiki/Yar%C3%AE

Paylaş:
(c) Bu yazının her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir. Yazının izin alınmadan kopyalanması ve kullanılması 5846 sayılı Fikir ve Sanat Eserleri Yasasına göre suçtur.
Yazıyı Değerlendirin
 
Sê wêjevanên kurd ên nehatî nasîn Yazısına Yorum Yap
Okuduğunuz Sê wêjevanên kurd ên nehatî nasîn yazı ile ilgili düşüncelerinizi diğer okuyucular ile paylaşmak ister misiniz?
Sê Wêjevanên Kurd ên Nehatî Nasîn yazısına yorum yapabilmek için üye olmalısınız.

Üyelik Girişi Yap Üye Ol
Yorumlar
Bir tutam hayat
Bir tutam hayat, @birtutamhayat
27.12.2014 14:32:39


Bir tutam hayat tarafından 1/2/2015 7:33:20 AM zamanında düzenlenmiştir.
© 2025 Copyright Edebiyat Defteri
Edebiyatdefteri.com, 2016. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece Edebiyatdefteri.com'a aittir. Sitemizde yer alan şiir ve yazıların telif hakları şair ve yazarların kendilerine veya yetki verdikleri kişilere aittir. Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizde yer alan şiirler, öyküler ve diğer eserlerin telif hakları yazarların kendilerine veya yetki verdikleri kişilere aittir. Eserlerin izin alınmadan kopyalanması ve kullanılması 5846 sayılı Fikir ve Sanat Eserleri Yasasına göre suçtur. Ayrıca sitemiz Telif Hakları kanuna göre korunmaktadır. Herhangi bir özelliğinin kısmende olsa kullanılması ya da kopyalanması suçtur.
ÜYELİK GİRİŞİ

ÜYELİK GİRİŞİ

KAYIT OL