Sevmek birbirine değil, birlikte aynı noktaya bakmaktır. exupery
Bedreddînê WANî
Bedreddînê WANî

ÇÎROKA HACÎ ROVÎ

Yorum

ÇÎROKA HACÎ ROVÎ

0

Yorum

0

Beğeni

0,0

Puan

1172

Okunma

ÇÎROKA HACÎ ROVÎ

ÇÎROKA HACÎ ROVÎ

ÇÎROKA HACÎ ROVÎ



Hebû tune bû, roviyekî pir fênek hebû, roj bû şev, derdor tarî bû, rovî rabû ji bo xwe piçek geriya, çû binê gund, ber malakê de (borî)bihurî, jinka wê malê, dîska heşê çêkirîbû. Rovî hat serê xwe kir di nava dîska heşê de. Serê rovî heta milê wî bû heşîn. Serê xwe derxist çû li ber neynikê, ku serê xwe dît.

Rovî got:

-Wîîî... Ez bû me hecî, welle çare nîn e ezê herim hecê.

Roviyê fênek da rê, çû çû çû... Paşê kewikek rast rovî ket.

Kewê got:

-Hecî tu bi ku de di herî?

Rovî got:

-Ezê herim hecê.

Kewê got:

-Hecî, tu min jî bi xwe re nabî?

-Belê, hevala Kewok, jixwe ez jî ji xwe re hevalake wekî te digerim.

Kew û rovî bûn heval, dane rê çûn. Hindekî din jî çûn, hatine li ber malakê, temaşe kirin, dîkek rabiye ser banê mala xwediyê xwe bang dide. Paşê dîk mêze dike ku, ji dûr ve, kewek û roviyek tên. Deme ku ew nêzik bûn, dîkî ji wan pirsî:

-Waaaa Hecî Rovî, hûnê bi ku de herin?

-Emê biçin hecê

-Wîîî... ev gelek başe, hûn min jî bi xwe re nabin?

Rovî got:

-Belê, hevalê dîk, jixwe em jî xwe re hevalekî, wekî te digerin.

Wî jî da gel wan, dane rê çûn. Hinek din jî çun, vê carê, kutkutokek hate pêşiya wan.

Kutkutokê got:

-Hevalno hûnê bi ku de herin?

-Emê biçin hecê

kutkutokê go, ez dixwazim ez jî bi we re bêm.

Rovî got:

· Tu jî were havalê kutkutok

Her çaran bi hevre , dane rê çûn,çûn,çûn...

Roviyê hîlekar got:

-Hevalno! Em diçin hecê lê belê hinek şert û mercên min, hinek jî sûnnet û ferzê hecê hene. Ez ê niha biçim, li ser vê zinara he ya bilind û mezin rûnim, ezê car caran berekê biavêjime jêr, dema ku min ber avête jêr, yekî ji we, bila bê cem min.

Roviyê fênek ev xeber got û çû li ser zinara mezin û bilind rûnişt. Bi çend deqqe paş de, rovî kevirek avête jêr.

Kewê got:

-Hevalno cara yêkem ezê biçim li cem rovî.

Got û çû li bal hecî rovî rûnişt.

Rovî gote kewokê

-Erê hevala kewok, tu sibe heta êvarî serê daran wan serê wan kevir û nawalan di sekini heta êvarê dike; "qî qebu, qî qebu, qî qebu... dibêji, tu qeban kî dixwazi, qayî kes te nikare bi kuje.

Kewê got:

-Hecî, ew jî xeberdana me ye, îbadeta me ye,em jî wisa gazî xwedê dikin.

Hecî rovî devê xwe avête qirika kewê û dixwe. Paşê kevirekî din jî diavêje jêrî. Vê carê dîk diçe cem hecî, rovî dibêje:

-Dîko tu diçî xwe diavê ser mirîşkan, paşê jî diçî, cenabet cenabet bang didî, qey ev kîşk olê de raste, heqê te kuştin e.

Bêje û qirka dîkê reben diqire û dikî jî dixwe. Paşê kevirekî din jî diavêje jêr. Vê carê jî teyra kutkutok tê cem hecî. Hêj hecî devê xwe venekir, kurkutokê axift û got:

· Ez zanim, hecî tu min bixwî, lê belê ezê pêşniyarekê bidim te. Min nexwe, çûnkî ezê çim du hevalê xwe yên qelew bînim bo te, tu wan bixwe. Baş e hecî.

Hecî bi fikirî û got:

· Temam, here bi lezgîn, wan hevalên xwe ji mi re bîne. Teyrê kutkutok çû gudekê, temaşe kir, niçîrvanek li gundi de derket pê wî de çar pênç tajî jî hene. Kutkutok dada pêşiya van tajîyan, hindî tajî nêzikî kutkutokê bû, kutkutokê xwe dûr dikir. Heta kutkutokê tajî giheştan li nêzikî hecî rovî, paşê kutkutok got:

· Hecî min ji te re, hevalên xwe anîn, cavê hecî ma hewa ve, dilê xwe de got, havalê kutkutokê, kutkutoke ber wê çendê kutkutok dê hewa ve bên. Tajî gihaştin li bal hecî, temaşe kirin, kutkutok li pişt rovî sekinîye, cavê rovî hêj e(s)zmaniye. Hecî çi dît çar tajî xwe li bin guhê wî da. Tajiyan hecî rovî bijikand û kuşt. Kutkutokê tola havalên xwe, kewok û dîkilî li rovî ve hilda...





Vegotin: Mele Ehmedê KUMÊRÎ (Bavê min) Guhdar û nivîs: Bedreddînê WANÎ



Paylaş:
(c) Bu yazının her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir. Yazının izin alınmadan kopyalanması ve kullanılması 5846 sayılı Fikir ve Sanat Eserleri Yasasına göre suçtur.
Yazıyı Değerlendirin
 
Çîroka hacî rovî Yazısına Yorum Yap
Okuduğunuz Çîroka hacî rovî yazı ile ilgili düşüncelerinizi diğer okuyucular ile paylaşmak ister misiniz?
ÇÎROKA HACÎ ROVÎ yazısına yorum yapabilmek için üye olmalısınız.

Üyelik Girişi Yap Üye Ol
Yorumlar
Bu şiire henüz yorum yazılmamış.
© 2025 Copyright Edebiyat Defteri
Edebiyatdefteri.com, 2016. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece Edebiyatdefteri.com'a aittir. Sitemizde yer alan şiir ve yazıların telif hakları şair ve yazarların kendilerine veya yetki verdikleri kişilere aittir. Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizde yer alan şiirler, öyküler ve diğer eserlerin telif hakları yazarların kendilerine veya yetki verdikleri kişilere aittir. Eserlerin izin alınmadan kopyalanması ve kullanılması 5846 sayılı Fikir ve Sanat Eserleri Yasasına göre suçtur. Ayrıca sitemiz Telif Hakları kanuna göre korunmaktadır. Herhangi bir özelliğinin kısmende olsa kullanılması ya da kopyalanması suçtur.
ÜYELİK GİRİŞİ

ÜYELİK GİRİŞİ

KAYIT OL