Sê Wêjevanên Kurd ên Nehatî Nasîn


www.edebiyatdefteri.com
Evdilsemedê Babek (972- 1019)

“Herçiqas ji bo Faris û Kurdan nirxekî hevpar be jî, Kurd tarîxa edebiyata xwe bi Baba Tahir didine destpêkirin. Lê þairê Kurmanc ê yekem Evdilsemedê Babek e. Ji ber ku Babek zêde nehatiye zanîn jî Elî Herîrî wekî yekem þairê Kurmanc tê qebûlkirin.”[i]



Evdilsemedê Babek helbestvanekî kurd bû. Gorî Ibni Xallîkan di pirtûka xwe ya Wefayat el Ayan de dinivîse ew di sala 972an li Colemêrgê tê dinê û di 1019an de jî wefat dike. Lê gorî hin çavkaniyên din ew navbera salên 938-995an de jiyabûye. Evdilsemedê Babek di dewra xwe de jî navdar bû û ji hêlê xelk de jî pir dihat hesibandin û xwendin. Sadiq Behaedînê Amêdî wî wek helbestvanê kurdê pêþin bû ku ji Îslamê þunda pêþde der ketibû. Dîsa Amêdî dibêje ku bixwe sê dîwana Babek ditiye. Wî helbestên xwe bi piranî li ser mijarên olî û xweristî nivisîne.[ii]







Fatime Loreya Goranî (s.s.11.):



Helbestvanekê kurd ên jin e. Helbestvan di sedsala 11. de jiyaye. Helbestên xwe de tarzeke mîstîk bikaraniye. Berhemên xwe di bin banê tariqeta “Yarî” de nivîsiye. Tariqeta Yarî; teriqetek wêjeya kurdî bû û ji hêla Behlûlê Mahî ve di sedsala 8 de hatibû saz kirin. Ev terîqat nêzîkî 400 salan jiya. Ev terîqat bi zarava Loranî berhemên xwe dinivisandin. Endamên vê terîqatê bi piranî jin bûn.16 edebiyatvanê jinikê kurd derxistiye.armanca vê terîqet serbilindkirina olê zerduþtî ye. Hin ji wan helbestvanan ev in:Berhemên xwe di bin banê tariqata “Yarî” de amade kiriye.[iv]Derheqê wê de, agahiyên bi teqez vê gavê destê me de tune ne. Di gelek lêkolînên edebî de, navê Goranî derbas dibe, lê mixabin, agahiyên berfireh, çi çavkaniyan de nayê pêþ me. Navê vê helbestvanê , di pirtûka Selîm Temo ya “Antolojiya Helbestvanên Kurd” de derbasbûye. Lê vê pirtûkê de jî, derheqê Fatimê Loreya Goranî de çi agahiyên berfireh tune ne.







Babe Hatemê Loristanî (s.s.8-9.):



Helbestvanekê kurd e. girêdayî ola yarsaniyan bûye. Pêþnavê wî “babe” ji yarsaniyê yanê, ji ola alaviyê tê. Babe Hatem, li rojhilata Kurdistanê li devera Loristanê jiyaye. Gorî hinek lêkolîneran, Loristanî di navbera sedsala 8. û 9. de jiyaye. Lê mixabin vê gavê derheqê wî agahiyên bi teqez destê me de nîn in. Navê vî helbestvanî, di pirtûka Selîm Temo ya “Antolojiya Helbestvanên Kurd” de derbas dibe. Lê vê pirtûkê de jî, derheqê Loristanî de çi agahiyên berfireh tune ne.









--------------------------------------------------------------------------------


[i] Rêbaz ÞOREÞ / BEROJ-24.10.2012 nivîsa wî ya koncikê


[ii] ku.wikipedia.org/wiki/Evdilsemed%C3%AA_Babek


[iii]Antolojiya Helbestên Kurd-Selîm TEMO-Stenbol/2007


[iv] ku.wikipedia.org/wiki/Yar%C3%AE


Bedreddînê WANî
www.edebiyatdefteri.com
Edebiyat ve Kültür Sanat Platformu