0
Yorum
2
Beğeni
5,0
Puan
961
Okunma
Sosina delal
Hespê min mir û ez mam tenê
Destên xwe dirêjê min ke
Ev banga dilê min; dengê xezala Girê Êzidiyan e
Min di bin vê giraniya tenêtiyê de nehêle
Bê, bibe jiyan û bibim jiyan
Bê, bibe mirin û bibim mirin
Lê, bi vê giraniya tenêtiyê nehêle
Tu xweşik î
Dil para xwe ya xweşikbûnê ji te berhev dike
Tu
Xweşik î
Her nefeseke ku hemhalê dilê te ye dibe mest
...
Malîk Enes GUMUŞLU- MEYLA SOSINÊ
5.0
100% (2)