3
Yorum
4
Beğeni
5,0
Puan
721
Okunma

Ezîza min!
ez bi bim berfek der/biharê
bê dem û bê demsal
bibarim li ser kulîlkê porên te
vemirînim agirê dilê te
bînim ji te re gulmek hêvî
ji dûrî şer û pêvçûnan
ji dûrî dilê xemgîn
ji durî girîyê zarokan
û ji nalînên dayîkan wêdetir
bi şad û bextewarî
na, na, bisekine
ezê ji te re ezman boyax bikim
bi hêşînayî ya rengên jîyanê
bafirokan bifirînim bê ba
bi kenê zarokan
perperîkan bigrim
berdim nav dilê te
û rûnêm li ber derîyê bijangên te
bila ew çax biherike ji dil
hezkirinên bê dawî
û ger demsal bizivire zivistanê jî
lê dilê min germe
ez na cemidim...
01.04.2018
5.0
100% (2)