Para, gübre gibi etrafa yayılmazsa işe yaramaz. baco
Bedreddînê WANî
Bedreddînê WANî

Teoriyên Bandora Hestan

Yorum

Teoriyên Bandora Hestan

0

Yorum

0

Beğeni

0,0

Puan

1346

Okunma

Teoriyên Bandora Hestan

Teoriya Bandora Hestan (Werger)
Pêşiya teoriya Richardsî, em piçekî behsa teoriyên ku xwendevanan dike navend bikin, li ser hinek xalên girîng bi sekinin.
Tê zanîn ku berhemên hunerî li ser gelek tiştî tesîr dike. Berhemek xwendevanên xwe li ser nêrîna ehlaqê, li ser olê an jî li ser nêrîna polîtik xwendevanên xwe dixe bin bandorekê. Lêbelê Rîcaharsî dema ku hunerê ravedike, van bandorên neyînî hesêp nake. Cihê wê behsa tesîra hunerê a li sar huneran kirî dike û wisa dide nasîn. Ev pênasîn jî, gorê xebata hunerê hatiye kirin.
Têzanîn ku, dema em tiştekê didin nasîn, em taybetiyên wî didin nasîn. Ev wesif gelemperî di nava têrkeran de ne. “meriv heywaneke bi aqil e.” wekî vê pênasînê, wesifa insanî, biaqilbûn e. Dîsa mînak, em bibêjin, “tûnc çi ye?” ji bo vê pirsê jî em dikarin bibêjin “amêjena cela û sifrê ye.” wiha jî taybetiyên tûncê derdikevine holê. Lê hinek tişt hene, dema ku em wan didin nasîn, cihê çêbûn û pêkhatina wan, em berê xwe didine karê wan an jî sûda wan. Mînak; em niha berê xwe bidin, alava bivirê di ansîklopediya “Meydan Laorusse”yê de çawa hatiye nasandin; alava birînê, doxkeke wî dar heye, devê wê jî hesin e. Em dikarin bibêjin, hemû alav, ji aliyê pewyir û karê xwe tê binavkirin. Teroriya bondora hestan, hunerê bi vî rê re dide nasîn. Kar û barê berhemeke hunerê jî hebe, hevceye ku em jî pênasîna wê, gorî van tiştan bikin.
“Îro xebata huner û wêjeyê çiye?” ji bo vê pirsê, dê bersivek gelo çawa bê dayîn? Dema ku em berê xwe didin karê wêjeyê, em dikarin gelek tiştan hejmêrin; agahî dayîn, perwerdehiya ehlaqî, hişyarkirina hestên netewî, zewq dayîn û hwd. Ev hemû tiştên me heşmartî wêje dikare bike û ji xwe kiriye jî, gorî hinek estetîkvanan, yekî ji van mijara wêjeyê jî rastîn û taybetiya hunerê ava dike, heqe em di vî xebatê hunerê de bigerin. Ew xebitîna em behsê dikin, binavê; zewq dayîn, hestên estetîk an jî hişyarkirina kelecanê, tê binavkirin. Em berhemeke hunerî ji bo zewq rakirini dixwînin. Bi rastî piştê me ew berhem xwend, hestên cuda cuda jî li ser me tesîr dikin. Dibe ku, ew berhem roleke perwerdehiyê pêkbîne, an jî bandora fikrên xirab li ser me dike, carînan jî me hinek hestan dide paqijkirin(katharsis), belkî jî xewa me birevîne û hwd. Lêbelê ev tişt, hunera hunerî nîn e. ev xesara xwendina ji bo zewqî ye.
Gelek salan berê Horatîus(PZÎ.65-8) gotiye; du xebatinên wêjeyê hene; yekî ji van, zewqdayîn e, ya din jî perwerdekirin e. Ev her du kar, heta roja iroyîn jî tê niqaşkirin. Belkî Horatîus nirxên xwe zêdetir daye xebatina yekem, lê piştê Ronesansê şkevik a aliyê din xwe girantir kiriye. Dîsa di dawiya sedsala hevdemîn û sedsala hejdemîn de rewş guheriye “zewq dayîn” pêş ketiye, girîngtir bûye. Di guhertine vê rewşê de dibe ku, rola; Descartes, Galîleo, Hobbes û Locke jî hebe. Çimkî, raman û berhemên wan ji bo baweriyeke wiha bingeh amade kiriye. Digotin, lêkolina agahdarkirina heqîqetê, xebata zanyariyê ye, ne ya hunerê ye. Di vê rewşê de, wêjevanan wêje zivirandina aliyê zewqê. Di dawiya sedsala hevdemîn de, John Dryden dibêje“ zewq” tenê mijara wêjeyê nebe jî, ji bo wêjeyê armanca sereke ye.
Gorî hînkirina Hedonîstî jî, tiştekî ku em bibêjin berhemeke hunerî ye, hevceye ku em jê zewqê rakin. Ev bawerî serdama xwe de bawreriyeke gelemperî ye.
Estetîkvanê me, Cemîl Sena Ongun jî dibêje: “Bi esasî ew tişta dibêjin helbest jî bingeha xwe de, ji mirovan re xaz û kelecanê dide.” Yê ku dema pênasîna hunerê dike, dibêje tişta ku zewq dide, lê ev nayê wê wateyê, hemû tiştên zewq didin hunerî ne. Em hemû jî zanin ku, tiştên zewq didin, cur bi cur in. Mînak, hinek ji gerûgeştiyê hez dikin, hinek lîstina qumarê, hinek jî girtina masiyan re zewqê radikin. Ber vê çendê ew teoriya ku em behs dikin jî wiha dibêje; hemû hestên xweşa mirovan diçin, tişteke hunerî nîn in, lê belê hemû berhemên hunerî xweşa mirovan diçe. Bi gotineke din, zewqrakirin ji bo hunerê tenê serê xwe têrê nake, lêbelê “zewqrakirin” şerteke pêwîst e. Vî şemalî ve ev pênasîn ji me re çi dide qezançkirin? Em bibêjin hemû berhemên hunerî zewq didin, lê em ê çawa perhem û tiştên(artivact) din berhemên hunerî ve biqetînin? Em ê pênasinekê bibêjin û yên neyê hemberê vê pênasinê, nexwe ev tişt ji bo “berhema hunerî” xwe ne aniye cih. “ em nikarin bibêjin; tiştên ku xweşe mirovan diçe, hinek spehîtiyê, hinek jî xweşikbûna xwe ve spehî ne.”
Kêmasiya vê teoriyê yek jî ew e ku; em di berhemeke hunerî de gelek hestên cuda cuda hilgirin, lê ev teorî hemû hestan li bin banê peyva zewqê dide nasîn. Hinek berhem hene, xwendevanan reqisîne, hinek hene xwendevanan matmaîn dike, hinek jî hene xwendevanan zeliqîne. Mînak em bibêjin; Qral Lear, Bernando, Mala Alba, Birayên Karamazof û Heviya Godot, em ji bo van bibêjên, ev berhemên zewqdayînê ne, vê gavê ev gotin dê bibe gotineke bêheq? Bi rastî, em ji van berheman jî zewqê rakin, lê ew zewqa em radikin, hemberê van berhemên mezin, pir piçûk dimîne. Wekî din, ev nêrîn, cihê berhema hunerî, jiyana xwendevanan a psîkolojîk li hemberê berhemeke hunerî, , hevcebûna naveke nû dike.


çavkanî:Rexne û Teoriyên Wêjeyê

Paylaş:
(c) Bu yazının her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir. Yazının izin alınmadan kopyalanması ve kullanılması 5846 sayılı Fikir ve Sanat Eserleri Yasasına göre suçtur.
Yazıyı Değerlendirin
 
Teoriyên bandora hestan Yazısına Yorum Yap
Okuduğunuz Teoriyên bandora hestan yazı ile ilgili düşüncelerinizi diğer okuyucular ile paylaşmak ister misiniz?
Teoriyên Bandora Hestan yazısına yorum yapabilmek için üye olmalısınız.

Üyelik Girişi Yap Üye Ol
Yorumlar
Bu şiire henüz yorum yazılmamış.
© 2025 Copyright Edebiyat Defteri
Edebiyatdefteri.com, 2016. Bu sayfada yer alan bilgilerin her hakkı, aksi ayrıca belirtilmediği sürece Edebiyatdefteri.com'a aittir. Sitemizde yer alan şiir ve yazıların telif hakları şair ve yazarların kendilerine veya yetki verdikleri kişilere aittir. Sitemiz hiç bir şekilde kâr amacı gütmemektedir ve sitemizde yer alan tüm materyaller yalnızca bilgilendirme ve eğitim amacıyla sunulmaktadır.

Sitemizde yer alan şiirler, öyküler ve diğer eserlerin telif hakları yazarların kendilerine veya yetki verdikleri kişilere aittir. Eserlerin izin alınmadan kopyalanması ve kullanılması 5846 sayılı Fikir ve Sanat Eserleri Yasasına göre suçtur. Ayrıca sitemiz Telif Hakları kanuna göre korunmaktadır. Herhangi bir özelliğinin kısmende olsa kullanılması ya da kopyalanması suçtur.
ÜYELİK GİRİŞİ

ÜYELİK GİRİŞİ

KAYIT OL